Îro, li 60’an zêdetir girtîgehên Tirkiyeyê, 700 girtiyên ku ji doza PKK û PAJKê girtî ne, di greva birçîtiyê ya bêdor û bêveger de ne.
Ji wan, greva 64 kesan digihîje roja 50’an. Li hemberî vîn û daxwazên wan, girtî li hemberî tecrîdeke giran tên. Rêveberên girtîgehan, êrîşê li wan dikin.
Her wiha, her çi qas girtî dixwazin ku rewşa wan a tenduristiyê bê kontrolkirin jî, daxwazên wan ên wekî xwê, şekir û wîtamîna B1 bi cih nayên. Rêveberên girtîgehan, bi awayekî kêfî nêzî daxwazên girtiyan dibin.
Em di rojên wisa de ne ku dewlet naxwaze bi awayekî aştiyane pirsgirêkan çareser bike, guhên xwe li deng û daxwazên kurdan girtiye, hejmara girtiyên parêzer, rojnamevan û xwendekaran her diçe, zêdetir dibe. Girtiyên kurd ên ji bo ku şertên tenduristî, ewleyî û azadiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin, parastin û perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê kirin, dest bi greva birçîtiyê kirin; lê bi tu hawî, daxwazên wan ji aliyê hikumetê ve nayên dîtin.
Medyaya ku piştevaniya hikumetê dike, derbarê greva hevalan de, xwe bêdeng kiriye û wisa xuya dike ku heta kesek ji wan, jiyana xwe ji dest nede, ev medya dê cih nede nûçeyên girtiyan.
Me jî, wekî xwendekarên li Zanîngeha Boğaziçiyê, biryar da ku ji bo piştevaniya hevalên ku can û ruhê xwe ji bo azadiyê danîne ber mirinê û ji bo ku têkoşîna wan li vê derê bê dîtin, em ê tevlî greva birçîtiyê bibin. Em dixwazin bi hevalên xwe yên li zanîngehê re, pêvajoya vê pêngavê biaxivin û biryareke giştî bidin. Ji bo vê, em we hemûyan vexwendî civîna giştî dikin. Eger hûn jî bixwazin tevlî me bibin û piştgiriyê bidin hevalên girtî kerem bikin civînê!
CIH: EYWANA XEBATÊ YA BAKUR
ROJ: 30’Ê COTMEHÊ, ROJA SÊŞEMÊ
SAET: 17:00
XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA BOGAZÎÇIYÊ
Bugün, Türkiye’de 60′ aşkın cezaevinde 700’den fazla ve sayıları her geçen gün artan PKK’li ve PAJK’lı tutsak süresiz ve dönüşümsüz açlık grevinde. Tutsakların 64’ü açlık grevlerinde 50. Günlere yaklaşıyor. İrade ve beyanlarıyla açlık grevine giren tutsaklar, tecrit uygulamalarına tabi tutuluyor, cezaevi yönetimlerinin müdahale ekiplerince saldırıya uğruyorlar. Bununla beraber, taleplerine rağmen
tıbbi kontrollerinin yapılmaması, yaşamsal önem arz eden tuz, şeker ve B1 vitamini gibi ihtiyaçların karşılanmaması gibi keyfi uygulamalara maruz kalıyorlar.
Kürt sorunun sivil ve barışçıl yönden çözümüne yanaşılmadığı, Kürt halkının taleplerine kulak tıkandığı, tutuklu avukat, gazeteci ve öğrencilerin sayısının her gün arttığı bu ortamda, Abdullah Öcalan’ın sağlık, güvenlik ve özgürlük koşullarının yaratılması, anadilde eğitim ve savunma hakkı talepleriyle açlık grevine giren tutuklu ve hükümlüler, hükümet tarafından görmezden geliniyor. Ana akım medya ise, açlık grevlerine, ancak olası ölümler başladıktan sonra haber değeri atfedecekmiş gibi görünüyor.
Biz Boğaziçili öğrenciler olarak, bedenlerini açlığa yatırarak özgürlük çağrısında bulunan tutsakların mücadelesini görünür kılmak için 31 Ekim Çarşamba’dan itibaren dayanışma açlık grevine girme kararı aldık. Nasıl bir gündem oluşturacağımızı, süreci nasıl öreceğimizi konuşmak ve dayanışma açlık grevine katılmak isteyen arkadaşlarla bir araya gelmek için 30 Ekim Salı günü saat 17.00’de Kuzey Çalışma Salonu’nda buluşalım.
Boğaziçili Öğrenciler